Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Bîrdariya Qetlîama Dêrsimê tê çêkirin

 Li Mazgirta Dêrsimê li qada ku di sala 1937-1938-ê de bi sedan kes bi awayeke giştî lê hatine kuştin de Monûmenta ‘Dêrsim 38-ê’ tê çêkirin.

Monûmenta Dêrsim 38-ê ji hêla Mîmarê Dêrsimî Dara Kirmizitoprak ve hatiye amadekirin. Şayanê gotinê ye ku Dara Kirmizitoprak kurê siyasetmedarê kurd Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) e.
Monûmenta Dêrsimê li raserî navçeya Mazgirê, li qada Kertê li ser 500 metreçarçoveyî tê çêkirin. Monûment wê di roja îdamkirina Seyîd Riza de ango wê 17-ê Sermawezê were vekirin. Tê payin ku ji seranserê dinyayê mêvan beşdarî li vekirina monûmentê bikin.
Şaredariya Mazgirê ji bo çêkirina monûmentê biryareke şaredariyê derxist.
Mîmar Dara Kirmizitoprak derbarê projeyê de wiha dibêje:
“Veguherîna dewletê ya derbarê bûyerên Dêrsimê de, helwesta wê ya li derveyî vegotina fermî ya îdeolojîk û lêborînxwestina wê kir ku projeyeke wiha pêk were û hêrs û şikestina kûr veguhêze aştiyê. Kirmizitoprak dibêje ku monûment –hinek be jî- wê êşên heyî biceribîne.
Karsazê bi navê Dîlaver Eren ji Dêrsimê ye û piştgirî daye projeyê. Eren dibêje divê mirov li dîrok û rabirduya xwe xwedî derkevin û ji bo êşên wiha careke din neqewimin, divê monûmentên wiha herheyî bimînin.
Eren her wiha diyar dike ku ew li qada monûmentê qêrînên kesên hatine qetilkirin dibihîse û êşa 75 sal beriya niha hatiye kişandin hîs dike.
Endezyarê ji çêkirina monûmentê berpirsiyar Mustafa Guler diyar dike ku wê Monûmenta Dêrsim 38-ê, di navbera 30-45 rojan de temam bibe.