Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Di 2012 de ji bo karkerên kanzayê tu tiştek neguherî

Enqere - Li Tirkiyeya ku di qezayên kar de, li cîhanê sêyemîn û li Ewropayê yekemîn e, karkerên sektora kanzayê di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Ji pirsgirêkên tenduristiyê bigire heta ewlekariya kar tonek pirsgirêkên bê çareserî di vê sektorê de mezin dibe. Weke her salê, îsal jî bi dehan qeza çêbûn, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

 
Li Tirkiyeyê bi milyonan karker li derveyê tomarkirinê û b i awayeke bê ewle dixebitin û dixwazin dahatûya xwe rizgar bikin. Li aliyekê keda karkeran tê xwarin û li aliyekê din jî bi dehan karker “di qezayên kar de” dimirin. 
 
Piraniya karkerêna di bûyerên weke qezaya servîsê, hilweşîn, jehrîkirina gazê, teqîna grîzû, şewat, ceyrangirtin, makîneyên kar, kêmbûna hewastandinê, şemitîna wagonên di ocaxan de, şemitîna kevir an jî zinarên di ocaxa kanzayê de jiyana xwe ji dest didin, birîndar dibin û seqet dimînin. Tirkiye di warê qezayên kar de li cîhanê sêyemîn û li Ewropayê jî di rêza yekemîn de ye.
 
DI 2012 DE QEZA Û MIRINÊN KARKERAN
 
Li gorî daneyên sendîkaya bi navê Dev Maden-Sen a girêdayî DÎSK’ê di mehên çile-mijdaran de ango di 11 mehan de 121 qezayên kar rû dan û di van qezyaan de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan 227 kes birîndar bûn. Di meha berfanbarê de jî di nava 11 rojan de 6 qeza çêbûn, 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 12 jî birîndar bûn.
 
Sekreterê Rêxistinê yê Dev Maden-Senê Yilmaz Kizilirmak, diyar kir ku di sektora kanzatiyê de karker rojê ji 8 demjimêran zêdetir dixebitin û got: “Karkerên di ocaxên lînyît, mermer, kevir û xîzê de dixebitin li rastî nexweşiyên cidî tên. li rastî nexweşiyên pîşeyi tên. Li Tirkiyeyê 3 nexweşxaneyên xweşiya pîşeyî hene.”
 
Kizilirmak diyar kir ku di kargehan de toz radibe û karsaz jî vanîlator dideynin ser ban û bi vî awayî dixwazin vê pirsgirêk çareser bikin û got: “Lê ev çareser nabe. Çima? Ji ber ku ev toz jixwe radibe hewayê. Vantîlator jî hewayê dikişîne. Yanî divê beriya toz rabe hewayê were berterefkirijn. Ev yek jî rê li ber nexweşiyan vedike.”
 
TALBOYEK METIRSÎDAR
 
Sendîkaya Karkerên Kanzayê ya Tirkiyeyê ya girêdayî Turk-Îşê (Turkiye-Maden Îş) roja 4’ê berfanbarê, roja karkerên kanzayê ya cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser tengasî û bûyerên dibin sedem ku karker jiyana xwe ji dest dane. Daneyên ku ji aliyê Turkiye Maden-Îş ve hatin aşkere kirin ên salên 2001-2011 wiha: “sala 2001 96, 2002 69, 2003 82, 2004 68, 2005 121, 2006 79, 2007 76, 2008 66, 2009 20, 2010 jî 131 karkerên kanzayê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî dandeyên Turkiye Maden-Îşê hejmara karkerên ku di navbera salên 1983-2011 de di sektora kanzayê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
 
* 7 Adar 1983 di ocaxa komurê ya Amutçuk de teqîna grîzû: 103 mirî.
 
* 10 Nîsan 1983 di ocaxa komurê ya Kozlu de teqîna grîzû: 10 mirî.
 
* 14 Tîrmeh 1983 Amasya di ocaxa komurê ya Yeni Çeltek de teqîna grîzû: 5 mirî.
 
* 31 Çile 1987, di ocaxa komurê ya Kozlu de hilweşîn: 8 mirî.
 
* 31 Çile 1990, di ocaxa komurê ya Amasra teqîna grîzû: 5 mirî.
 
* 7 Sibat 1990 Amasya, di ocaxa komurê ya Yeni Çeltek de teqîna grîzû: 68 mirî.
 
* 3 Adar 1992, di ocaxa komurê ya Kozlu de teqîna grîzû: 263 mirî.
 
* 26 Adar 1995 Yozgat, di ocaxa komurê ya Sorgun de teqîna grîzû: 37 mirî.
 
* 8 Tebax 2003, Erziromê, di ocaxa komurê ya Aşkale de teqîna grîzû: 8 mirî.
 
* 22 Mijdar 2003 Karaman, di ocaxa komurê de teqîna grîzû: 10 mirî.
 
* 9 Tebax 2004 Çorum di ocaxa komurê ya Bayatê de teqîna grîzû: 3 mirî.
 
* 8 Îlon 2004 Kastamonu di Metala Kureyê de şewat: 19 mirî.
 
* 21 Nîsan 2005 Kutahya di ocaxa komurê ya Gediz de teqîna grîzû: 18 mirî.
 
* 2 Pûşper 2006 Balıkesir di ocaxa komurê ya Dursunbey de teqîna grîzû: 17 mirî.
 
* 10 Berfanbar 2009 Bursa, di ocaxa komkurê ya teqîna grîzû: 19 mirî.
 
* 23 Sibat 2010 Balıkesir di ocaxa komkurê de teqîna grîzû: 13 mirî.
 
* 17 Gulan 2010 di kocaxa komurê ya Karadon de teqîn: 30 mirî.
 
* 11 Sibat 2011 Elbistan, di ocaxa komurê de ax şemitî: 11 mirî.
 
 
ANF NEWS AGENC