Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

'Emê xwedî li şoreşa Rojava derkevin'

Berdevka Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM) Havalî Mengî destnîşan kir ku di çalakiyên îsal ên 25'ê Mijdarê de li gel dijderketina tundî û qetilkirina jinan, ewê ragihînin ku li gel şoreşa jinê ya Rojava ne.


Di rojeva jinên di 25'ê Mijdarê Hefteya Têkoşîna li dijîj Tundiya li hemberî Jinê derkevin kolanan de, îsal jî qetilkirina jinan heye. Jin dê bixwzin tundiya li hemberî jinê weke gunehê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin û kujer bi cezayê herî giran were cezakirin. Jin dê ji Serokwezîr Erdogan re jî bêjin, "Destê xwe ji bedena min, ji keda m in, ji nasnameya min vekişîne." Jin her wiha wê ragihînin ku ew li gel jinên Rojavayê Kurdistanê ne.

Berdevka Meclîsên Jinên Sosyalîst ên ESP'ê Havalî Mengî, ku dest bi xebatên 25'ê Mijdarê kir, bersiv da pirsên ANF'ê.

Mengî da xuyakirin ku daxuyaniya Serokwezîr Erdogan a "Keç/Xort li heman malê dimînin" di rastiyê de li dijî jinan hatiye dayîn û got, "Pêkhateya herî girîng aserhildana Hezîranê; ciwan, jin, û jinên ciwan bûn. Daxuyaniyên dawî yên Erdogan, êrîşeke nû ye li dijî jin û ciwanan e."

Mengî bibîr xist ku desthilatdarî dixwaze di çarçovey daxwazên sermiyanê de Tirkiyê bike welatekî ji 200 mîlyonî û got, "Bi nifûsa zêde ya ciwanan re dixwaze hîn bêtir kedê talan bike. Feraseta wan a bingehîn ev e. 3 zarok, sîstema perwerdeyê ya 4+4+4, îstîhdama jinan,  mijara kurtajê...Ev hemû xwedî vê armancê ne. Ji aliyekî ve di çarçoveya berjewendiyên aborî de van polîtîkayan dimeşîne, li aliyê din hewl didin serdestiya mêr biparêzin. Ji ber ku jin bêdeng nînin."

DAXUYANIYÊN ERDOGAN TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ZÊDETIR DIKE

Mengî da xuyakirin ku daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê yên li dijî jinan, yek ji sedemên zêdebûna tundiya li hemberî jinan e û got, "Daxuyaniyên bi vî rengî mejî û nêrîna mêran a dixwaze li ser beden, nasname û keda jinê her tiştî bike, kûrtir dike. Vê hesta mêran sor dike, gur dike. Her wiha tundiya tê kirin jî, bê ceza tê hiştin. Di be ku pirsgirêkên bêkarî, xizanî werin bilêvkirin. Lê belê faktorê bingehîn, mejiyê serdestiya mêr e ku li dijî jinê her tiştî ji xwe re weke mafekî dibîne."

EMÊ XWEDÎ LI ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVA DERKEVIN

Mengî ragihand ku ewê di 25'ê Mijdarê de beriya her tiştî ji bo ji qetilkirina jinan re bêje "bese" daketin kolanan û axaftina we wiha dewam kir: "Ji bo tundiya li dijî jinê weke gunehê li hemberî mirovahiyê bê qebûlkirin, kujerên jinan bên cezakirin û xwedî li keda li nava malê were derketin, emê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin. Emê bixwazin dîwarê şermê yê li sînorê Rojava bê rakirin, emê li şoreşa jinê ya Rojava xwedî derkevin. Di nava berxwedêrên li dû serhildana Hezîranê hatin girtin, gelek jin hene. Hin hevalên me yên jin, li hin girtîgehan rastî îşkenceya zayendî hatin. Emê azadiya wan bixwazin. Emê xebatên xwe yên 25'ê Mijdarê hefteyekê dewam bikin. Weke SKM hem serbixwe hem jî bi platformên jinan ên em di nav de cih digirin, emê li kolanan bin."
Cavkani:ANF