Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

PLANA BALYOZ-İsmet Banguş

 Berî çend rojan li rojnameya   Taraf hat nivîsandin û îdiakirin ku, di sala 2003“de bi pêşengîya generalakî derbeyek hate plankirin.

Gor vî plan van dixwastîye nêz du sed hezar kesî binçavbikin têkin yan jî li tesîsên spor vare berhevkirin.Nizanim çend rojnamewan varin girtin,mizgeftekî bombebaranbikin hwd.rastgotin jiber ku hikumet ê AKP vare  dûrxistin hemû planên provakatîf kirine devreyê.

Mirov dixwaze bipirse çima partîya AKP heta nika bêdeng mayîye? Yan jî heft sal çima hatîye payîn?

Gor min ev dixwazin rojevê bigahirînin.Va pêvajo ê ku em têda derbas dibin,bi taybetî ev pêvajoye ku bi nave “bersiva vekirina Kurd” hatibi destpêkirin,bi AKP puan da hundekirin.Heke em berî sê-çar mehan pêşva binêrin,rewşa sîyasî,rojeva Tirkîye bi vî pirsgirêkeda dihat niqaşkirin,li tv yan bername li ser bername dihat weşandin,ên bi nav stratejîstên leşkerî gava qala vekirina kurd dibû,di dewên van de kef dihat der.

Nûnerên partîyen muxalîf, AKP mîna hewalbend ê PKK bi nav dikirin.

Generalên hatine teqayûtbûyîn, derdiketin ser bernemayen polîtik, ji bo hikumet ref û gef dixarin.

Lê di vir de AKP giranîye xwe, pêwistî, qedr û qîmet di nav hilbjêr ê xwe de puanên mezin hundekiribû! Ji ber ku ên ku li hilbijartina 2002 û ê dawî de deng dayîbûn,pirranîye wan hilbijêren partîye din bûn.Yanî van bi deyn, denge xwe ji bo AKP avêtine.

Hikumet bi ixtimalekî mezin, ji bo rewşa xwe ka heke îroj hilbijartinek çêbibe ev ji sedî çiqes denge vî heye, bi weşartî lêgerîn û lêkolîn çêkiribe.

Li jîyana sîyasî de rojev gihartin,ji bo berdewamkirina statûya xwe pirr girînge!

 

Lê hikumetê jî ev tişta kir.Ji ber rojeve xera vare guhartin,plana balyoz,nizanim plana ergenekon,planen sûîqast li hember Bulent Arinç,odeyen qozmîk hwd.hatin plankirin.

Mirov dikare bipirse .: Ka ev plana balyoz ê li hember ke vare kirin? Ji xwe ciwat bi xwe piştî dîktatorîya leşkerî ê dozdeh îlone bi giştî heşîşinî bûne.Ne di mejû yê van de aqil,ne jî di bask û mile van de quvet mayîye! (…)

 

Piştî 12 îlon,kuştin,qetlîam,îşkence,girtin,sirgûnkirin,bûye taybetmendîye vî rejîmê.Ev sî sale berdewame.Leşkeran jı ber ku pergala (sîstem) xwe bi awayekî sivîl bidomîne,makezagonekî li gorî berjewendîyên,pîvanên xwe çêkir,û li meclîse hat pejirandin.

Tirse Komar li hember Kurdan,îslamîyet,û li hember olîyan hebû/heye.Ji ber ku îdolojîye xwe bidomîne,îdolojîyên çêkirî derxist hole.Bi hezaran jin,cîwan,bi zorderî hatin girtin,pirranîye van seqet man.Kuştina bi hezaran ji alîyê derbeya leşkerî bi plan û program bû.Anatomîya ciwat,kîmyayê ruhe gelan hat peliqandin,cînarên derdor de bigir, heta olîyen cûda,di nav gelan de cûdakarîyek anî hole.îdareya zanîngehan kir bin dest xwe,ji mirovan xast ku ev berjewendîye bilî leşkerîye nefikirin,serê xwe xar bikin,ev civaka kire civakekî tirsonek.

Bi zanistî dixwastin dewlet tenê ji miletekî ava bikin,yek al,yek dewlet,û yek ziman li her alî de bi pêşbixin.Elîta eşkerî û sivîl,otorîter,ûnîter,generalen nijadperest,kolonyalîst ava kirin pişt de ev sîyaseta xwe ê bêxêr,li hember Kurd,çepgirt,demokrat,xwandewanen pêşverû,elewî,û sazîyên demokratîk bi kar anîn.

Ev raste ku li va odeyên qozmîk de bîryara qirkirina qelan,perçekirina olîyan,plana şer,li hemberanîna civak haîtiye girtin.Îroj pêwendîya van odeyan jî nemaye! Ev bîryargirtina xwe li hember dijminên xwe (!) li kolonan,li bajaran bi eşkere  te bi levkirin.Hewcedarî bi odeyên qozmîk êdî nemaye…

Sîstema leşkerî çi çandîye ev jî êdî rûstîye.Li Tirkîye bi sedan nizanim profesor,dekan,xebatkarên perwerdarîye zaningehan hene.Heke mirov qaf ê van hebêk bikolîne ê têda nijadperestî bi pijiqe!

Ji ber ku ev gorî pîvana yekalî alimîne,çave van bêrengînî, guhê van,tene deng ê postala leşkeran dibîzin!

Ji xwe şîr çîye, mast jî mîna şîr derdikeve! Rewşa gel dixûya ye.

Li hember vî gel yan jî hikumet balyoz îcat nake.Leşker tenekêki bireqîne ev bese!...

Silav û rêz.

 

 

 

Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.