Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

MAF,DAD TENÊ LI SER KAXIZE YE !!!

Li nav Zagona Bingêhîn ê li her dewlete kî qala maf ê hemwelatîyan, parastin û hiqûqe te kirin.

Li alîye din Netewên Yekbûyî  jiber ku,netew,ol,civak,cûdayî ji ber nijad,ziman,çand vare parastin û jîyandin danezanek derxistîye,çêkirîye.

Te gotin ku:

„Hemû mirov azad û ji alîye maf û rûmetan ve wekhev tên dinyayê.Xwedî hiş û wijdan in û divê bi hestên biratîye nêzikayî li hev bikin,

 

Li tu kesî îşkence û stem nayê kirin, bi kirînên derî mirovanê û rûmetşikên nêzîkayî lê Mafê her kesî heye ku di nav axa dewletekê de bi serbestî rêwîtiyê bike û devera ku lê bi cîh bibe, ji xwe re hilbijêre.Jiyan, azadî û ewlehiya kesanî, mafê her mirovî ye. Tu kes bi awayekî kêfî ji mafê welatî an jî guhartina welatiyê bêpar nikare bê hiştin.

 

Her mirov  xwedî maf e ku bi mebestên aştîxwazane civînan pêk bîne, komeleyan damezirînê û beşdarî komeleyekê bibe.

 

 

Mafê her mirovî heye ku bi serbestî beşdarî li jiyana çandî ya ciwakî bike, ji hunerên ciwan zewq bistîne û ji pêşveçûnên zanistî û ji  encamên  bigire.

 

Tu hukmekî vê danezanê, ku tê de maf û azadî hatine ragihandin, nikare bê şîrovekirin ku maf dide dewletekê, komekê an jî kesekî, ku parastina belakirin an jî hilanîna wan hukman bike.

 

Mafê her mirovî heye ku ramana xwe bi aweyekî azad aşkera bike . Ev maf ew e ku divê kes ji ber ramanên xwe neyê êşandin û bêyî ku sînorên welêt bibin asteng, her kes karibe bi her cure li agahî û ramanan bigere, bi dest bixe û ber belav bike.

 

Mafê her kesî heye ji bo hêvişandina berjewendiyên xwe, sendîkayan çêke û beşdarî li wan bike.

 

 Mafê her  kesî heye ku di nav axa dewletekê de bi serbestî rêwîtiyê bike û devera ku lê bi cîh bibe, ji xwe re hilbijêre.”

 

Lê ev danezane dirêj dibe diçe.Hemwelatîyên cîhane bi pirranî li van mafan bêpar dimînin.

Bi dîtina min ev binpêkirina mafên mirovan di serî de ji alîye dewletên dewlemend  de  te bi cîh kirin.Ev bi navê mirovatîye şer ên qilêr,gora plansazî û berjewendîyên xwe li dardixînin.

Di diroka cîhana nu de,ev şer û bûyerên qewimî, ne ji bo xêra gelên bindest bûn.Ji bo çi Hîroşîma  bi bombeyên kîmyevî hat bombebarandin,şerê Vietnam,Li Bosna,Navber Iran û Irak de şerêkî heta deh salan,Dagirkirina Iraq,Afganîstan,şera nav Tirk û Kurdan hîn ji berdewam e?

Dîroka ên ku xwe mîna  nûnerê rêveberîye cîhane bi nav dikin reş û tarîye!

 

Ev ji bo bazirganî,û berjewendîyên xwe gelên bindest mîna xulem dibînin,xezaya me,erd e me,ekolojîye cîhan,bin û ser erdê tewluhev,li her perçeyekî cîhan şerên navhevî dertexin! Hewalbendên van li hukumetên sîyasî,van sîyasetmedaran jî mîna xebatkarên xwe dihesibînin.

Dîsa van bi hîle û desîse qontrolkirina aborî bi nav ê IMF,ya leşkerî bi nav e Nato kirîye bin perên xwe.

Erd û ezman bi alîkara satelîtan kirine bindest.Ruh,îman,bawergêh ên van pere ye.

Ji bo rantxarine her tişt li ser gelan reva dibînin.

şeroja van ne başxûya ye! Tiştek vare firotin li cîhane nehîştin.Krîza aborî xewnên bi xof dikeve çavên van.Lê em ji xwe tiştekî em hunde bikin tune.Ji ber ku em heşîşînî bûne.

Em bi zaneyî/nezanî alîkarîye sermayedaran dikin.Ji bo çi? Ji bo parekî biçûk ku me rojane têr dike.Iroj ev dîmen li Tirkîye ên TEKEL li ber çavan e.

 

Piştgirtin ji bo kedkarên TEKEL, ên ku nêzî zêde şêşt rojin di grêve da ne, ne bi xorte.

Destekdayîn ên seroken sendiqayan bi devkî/nivisî têra tekoşîna girseyî nake.

Ji xwe armance sîyasî eve ku hejmara endamên sendiqan hindik bike,van yan ji hole bi temamî rake, yan jî mîna hêzekî bê quvet bihîle.

 

Van rojen dawî pêvajoye sîyasi li Tirkîye,di navber muxalefet û hukumet de biceribînekî quvet te bi kar anîn,ka dawîye vî di nav gelemperî de kîjan ê bi pêşkeve.Ev qewiminîyen dawî nîşane tiştên balkêş dide.Di nav rêxistinên Tirkîye de mîna şoreşgerîye bêdeng te xûya kirin.Cara yêkemin di navber Leşkerî û dewlet de şerekî otorîte çê dibe.Hikumet cara yêkemine ku bi vekirî li hember vesayata leşkerî nerazibûna xwe derdixe hole.

 

Darizandina nûnerên leşker li dadgeha sivîl te xastonekkirin,di navber herdu hêzan de bêtahamûlîyekî pêwîst,balkêş,dide xûyakirin,Raya giştî vî dîmen li medya yê temaşe dike,Medya  gora para rantxarine bûye çend perçe.

 

Li cîhekî şer û pêvçûnî hebe,mirov nikare qala demokrasîye bike.Di bin sîya çekan de jî mirov dîsa nikare qala aştî jî bike.

Dîsa li deverên di bin zordestî û dagirkirîde mafên mirovan ên gerdûnî ne bi cîh kirin.

Hinek kes bi salan dikevîn girtîgêhan,ev bi xwe jî nizanin ji ber çi sûcî te sûcdarkirin.

 

Huquq û qanûn bi pirranî îflas dike,dikeve nav qaden sîyasî.Iroj li welatê me jî ev dimeşe.Ev bi zanîna min êş e berve demokrasîye çûyîne.Nêz û dûr ev roj ê vare.

Va pêvajo vîsa xûyaye ku ev ê ne bi salan bidome.Di dawî de heq û dad, mirovahî ê bi ser bikeve.Ev maf û dad ê ne tene li ser kaxize bimîne!

 

 

Silav û rêz.

Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.