Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

HEWALTIYA RHEIN Û MÛNZÛR

Me dîsa îsal jî Şênahîye Kurmeş ê çaremîn bi hewra bi kêyf  û  bi tewlibûyînekî qelebelix derbas kir.

  Ez di serî de  kesên di nav rêveberîya komel de ji roja sifte heya roja dawî xebat kirin de spas dikim.Spasîya min bi taybet ji bo serokkomel Ayfer û Fatme pêşkeş dikim.Ji berku ked e van pir zêde bûn.

Naveroka bernameyen her sê rojan  jî pir dewlemend bû! Gelek mêvanen me li vir cîh girtin.Du heb Panel hat li darxistin. Ya yêkem Pirsgirêke Elevîyan, mijara Panel ê dûyem jî li  welêt pirsgirêka Kurdan,hatina aştîxwazen ,şerwanen Kurdan û krîz e aborî li cîhane hat nîqaşkirin.

Tewlibûna hejmarbilindîya  xort û cîwanan, jin û zarokan nîşan dida çandparastina gelê me! Zarokan guh didan gotinen giren xwe,ev mîna mînak didan ber çaven xwe!

 Li alîyê din ciwînek di bin gotinek „Em ne namûse tu kesîne“ ji aliyen jinan ve  hat çêkirin.

 Cîwanan roja dûyamîn lîstikek fitbole  organîze kirin. Henêk gera Teleferîk yan jî tûra ferîbote de cîh girtin.

 Li her alîyen odan de gundîyen me diciwîn serpêhatîyen xwe bi lêv dikirin,dikenîn heta hêsir di çavan de dirêjîyan.Xalo Zabit,bi gotinen xwe yên dîrokî û bi Tembûra xwe kilamen şoreşger bi  rengekî  watedar ani ziman.Bê dem qirnate û daxil deng dan çîyaye Rüdesheim, Me bi hewre goven kişand.

 Me bi hewre stran gotin heta awaze me derket.Ava,çema Rheine dengê me dibihîst,gotinen me,şênîye me,derd û kulen me, xeribî û hesreta me,êş,raman,hewara me  bi dilû can,bi şiklekî dilxazî bang û silaven me giheştande ava pak,ava pîroz,ava bi xadan dîrokekî şahîde qetlîaman çem  ê Mûnzûr.

Heta hewdîtinekî din bimînin  bi xer û xaşî….

 Me dîsa îsal jî Şênahîye Kurmeş ê çaremîn bi hewra bi kêyf  û  bi tewlibûyînekî qelebelix derbas kir.

 Ez di serî de  kesên di nav rêveberîya komel de ji roja sifte heya roja dawî xebat kirin de spas dikim.Spasîya min bi taybet ji bo serokkomel Ayfer û Fatme pêşkeş dikim.Ji berku ked e van pir zêde bûn.

 Şênayî bilî çend kêmasîyen teknikî, bi giranî bi avayekî serfrazî derbas bû.Wargêha (xan) îsal ne tenê ji bo me hate wergirtin,îcarkirin; lê cîrane me mîna Japonî û Êlmanî ji hebûn.

 Naveroka bernameyen her sê rojan  jî pir dewlemend bû! Gelek mêvanen me li vir cîh girtin.Du heb Panel hat li darxistin. Ya yêkem Pirsgirêke Elevîyan, mijara Panel ê dûyem jî li  welêt pirsgirêka Kurdan,hatina aştîxwazen ,şerwanen Kurdan û krîz e aborî li cîhane hat nîqaşkirin.

 Tewlibûna hejmarbilindîya  xort û cîwanan, jin û zarokan nîşan dida çandparastina gelê me! Zarokan guh didan gotinen giren xwe,ev mîna mînak didan ber çaven xwe!

 Li alîyê din ciwînek di bin gotinek „Em ne namûse tu kesîne“ ji aliyen jinan ve  hat çêkirin.

 Cîwanan roja dûyamîn lîstikek fitbole  organîze kirin. Henêk gera Teleferîk yan jî tûra ferîbote de cîh girtin.

 Li her alîyen odan de gundîyen me diciwîn serpêhatîyen xwe bi lêv dikirin,dikenîn heta hêsir di çavan de dirêjîyan.Xalo Zabit,bi gotinen xwe yên dîrokî û bi Tembûra xwe kilamen şoreşger bi  rengekî  watedar ani ziman.

 Bê dem qirnate û daxil deng dan çîyaye Rüdesheim, Me bi hewre goven kişand.