Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

ÇANDA LÎNÇ-İsmet Banguş

Berî   ku min xast dest pê  nivîsa xwe bikim pirr fikirîm, kane ez çi sernivîseke lê bixim. Ji ber ku ‘’çand“ û  „nivîs“ mîrov nikare bîne cem hev.Pêyva çand ji bo jîyana mirovatîya bi xwe ye! Lê Lînç yan jî Lînçkirin peyvekî dermirovî û jiyan tunekirine!

                  Wateya vî peyv (Lînç) gora ferheng, kesek yan jî kesên li hember  ciwat,mirov, ji ber  ku ev dijî xwe dibîne êrîş kirin, derpkirin heta varin kuştin jî.

Çand ê Lez,Şîdet, tunekirin hwd. Ketina jîyana gelên Tirk,  bi alîyek hevok yan jî gotinek ne îfadekirin.Dîroka vî helwesta pirr dirêj û kûre.Ev tiştekî jêrhişî ye.(bilincalti.)Ev jî bi Perwerdahîye kes/kesan de giredayî ye.Gelê Li Tirkîye dijî jî Dibistana Sereke de mejûye xwandekaran bi tişten nerastî dihat/tê tijîkirin.Dîroka şaştî te alimandin.Rêzîya pergal li hember Gel ên cûda,çanda cûda ên dewlemend qet çê nebû.Çand,Huner, Govend, bi giştî hat dizandin;

Kilam,Çînorek,Gotin, Çanda xarin, Çand ê ajotin, Olî, bi temamî jîyana Gelên cûda mîna Kurd,Ermen,Grêk û ên din yek Çanda xwe hesiband.

 

Bijîşk (Doktor) dibêjin eger tu vi miroveke de çel roj li ser hev bibêjî „Dîno“ ev mirova ê dîn bibe! Ev tiştekî psîkolojî ye.Lê hinek bi tirs,hinek,ji bo berjevendîyen xwe hinek jî bênezan  ziman,çand û jîyana xwe ji dûr ketin.

 

Li alîye din gelê Tirk hat xapandin.Li Dibistan û Leşkerî hat alimandin ku ji Vîyane heta Çîn,jêr heta Afrîka bakûr giştî mîna Gelê Tirk hat xuyandin.Qet qalkirin ji bo gelên cûda nekirin.Ji ber ku neteweperestî vi pêşbikeve li her alî,Dibistanan,li kolanan,li nav bajaran êrîş li „ên din“ rewa hat dîtin.Him bi Nasnameyî him jî bi rîya olî ev bê navber heta îroj meşîyaye.

Ev  qetlîamen bi giştî,êrîşen li hember Çepkar,Demokrat,Ol ên cûda, Li Zanîngehan li hember Medya  ên muxalîf, sazîyên sivîl,Partîyên sîyasî, Şaredar ên ku bi rîya demokrasî hat hilbijartin,

û zordestîyen din mirov nikare ji vî rastîya qut bifikire

 

Erîş yan jî lînc ê plansazî piştgirtîya xwe li pergal (sistem) digire.Berî êrîş vare kirin ev di paş derîyen kûr de te plankirin.Gava ev vî êrîş  ê bihovitî têkin pratîkê, li se cîhê girîng radigihîne ciwat. Yek li Mizgeftan, yê duyemîn li Komelên Nejetperest, li dawî bi rîya Televîzyonen Heremî gel dikin nav xeleyane.

Mînaka nu em dikarin  li ser lînckirina dawî li Edîrne bidin.Hinek mirov ên ku li ser rîya demokrasî tedikoşin,xastin Daxûyanîyeke bidin medya ye.(çi medyayekî bi rûmet…..) Mîna te zanîn li cîhane tewahî ev mafekî însanî ye.Lê ev mafa daxûyanî li Destûrname ê Bingehîn de jî cîhe xwe digire.(Tenê bi nivîsî ! ) Dîsa mîna te zanîn  berê ev Daxûyanî,Meş,û tiştên din ku li hember Gelemperî(kamuoyu) têkeve pratîge,hewce destûr li rêweberîyen herem vare girtin.

Lê ji ber ku ewlekarîya gelemperî bi xwe ên çalakwanan jî vare parastin dîsa hewce dewlet xebata xwe bîne şûne.

Mina li Lînckirina dawî li Edîrne berê gel bi şiklekî hat ragihandin.Ev kirin nav xeyelane.Polês ên ku bi rîya normal ewlekarîya çalakvanan bigire, xwe dane paş  êrîşkaran.Paş bûyer ê ku bi hovitî qewimî,van cîhe xwe girtin û ev ji ber ku bên binçavkirin berhevkirin û birin qereqole.(ev jî hînbûnîyekî polêsen Tirke.Li  fîliman  jî ev li paş bûyeran tên cem cîhe bûyer!)

 

Berpirsîyarî ê van tişt  ên ku diqewimî,di nav ciwatan de birûn ên kûr vedike,û di nav gel de hestîyarîye derdixe hole,li ser de jî hest dike pêşîaqil, aqil di paş hêst de dimeşîne mîna min li jor anî ziman Pergal bi xwe ye, ên din jî ên ku xwe mîna Leşker dihesibînin,Medya yê bi Apolete.Li kaînate mînakekî mîna Medyaye me ê bê rengîni,bêedeletî ne hatîye, ne jî çûye!

Medyayê Tirk,her tim çanda Televole dişopîne,nûnerîya Serfermandarîye dike.Eger mirov 24 saet kîjan qenal dibe bila bibe,bikişîne qeyit bike,û bi mejûyekî rehet lê temaşebike ez îda dikim ku,ji bo gelerî,ciwatî.ilmî,exlaqî tu ye tiştekî lê nebînî.

Xeber ên ku  tê weşandin,li sedî nod û neh derew,nerastî,cûdayî,nejetperestîne.

Hewce Medya bêalî berdewke hemû mirovatîye be.Bername û bi giştî weşan gora etîk vare meşandin.Li alîye din  ragihandine ji bo gelê xwe gora  pîwan ê cîhanî çê bike.

Ev xebate van ê yekemîne ku gel, bi tiştên realite agahdarke,van bikin xadan agahîyen rastî.

 

Bi salane li Medya yê li ser nav hukumdarîya xebata xwe ê bê xêr dimeşîn,li ser Gel,Ol,Çand ên cûda belgeselêk,agahîyek,bernameyek li ser  mînak Kurdan çê nekirîye.Ka kurd çine? Dîroka van,zimane van çavaye?jîyana van çava derbas dibe?Ev mecbûrin li ser vî tiştî rawestin ji ber ku îroj va birînekî xwîn jê diherike!Gelê tirk jî bi mafen kane ev çi mirovin? Bi doçikin yan na?

Kurd tiştekî ne kêm ne jî zêde dixwazin.Ev mafe ku ji bo sê sed hezar Tirk  ên li  Bulgarîstanê  dijîn daxwazdikin  bi Milyonan Kurd jî vî tiştî dixwazin.Va ne lütûfeke.

Bi salan ev mafê xezayî hate bipaşteavêtin.car caran bi kuştinan, car caran bişeftin(asîmile) ,bi rîya îslam(em biraye muslumanin,ziman ne girînge!)

 

Lê dem ne mîna borî ye. Ragihandin (komunikasyon) bi pêş ketî ye.Êdî mirov bi gotin ên nav vela bawarîye xwe nayên.Hertişt gora  Zanistîye cîhe xwe digire.Dema tunekirin, nehisibandine qetîya.

Dewlet îroj mecbûr yan jî ne çar mayîye maf ê hemwelatîyen xwe,li gora mentelîte,orf,çand û adet ê van, bide. Înkarkirin,binçavkirin,girtîn,  ne çareserîye.

Ev hewce Destûrê Bingehîn ku  di bin  bandora 12 Îlon de hatîye zayîn, vare guharandin,gora berjewendîye gel tewayî sernuva biafirandin.

 

Mirov linckirin ne te qebûlkirin û ne jî alîyekî vi ê vare parastin tine!Ev plansazî ji bo linc ki dibe li hember kê te pêkanîn bila bibe, çi Kurd dibe,Roman dibe qet ferq nake  ev êrîş ne însanî ye.Û hukumet ê bê hukum (tenê li hember mazlûman bi hukume)berpirsîyare.Ev li vî helwesta xirab hesabdayîne ê tu car nefilite.

 

Medya yê  netew gerek bibe berdevkê gel ne ên holdingan.Nivîskarên ku bi salan li ser  xwîn  û rantxarîye berê xwe tijî dikin,bila mejûyên xwe vî car  liser hevanîna ciwat,xweşbînîye biwestînin.

Em ên ku xadan vîcdan li hemher va êrîşen behempa hewce hîşyarbin.Ev pirsgirêk û tiştên neerênî bi tekoşîn û hêvîyek mezin,ê vare hembêzkirin.Ev êşû jan ê ku bi salan hatîye kişandin di demek kin de  ê dawî bibe.Rîyekî cûda nemayê…..