Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

KOÇERA KEJ

 
 

Pexsan: Serê vê sibehê  bêhna te û bêhna payîzê bi hev re di ser min de tê bi bayê ecem re. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewsa te bê par û bê xeber im. Ez bîra te dikim. Bîra zaroktiya te, bîra bedewbûna te û bîra xwîdana te dikim. Çend sal in te     nabînim? Nizanim gelo ez qet     dikevime bîra te an nas Gelo tu jî     qet bîra min dikî an na?

Payîzeke sar bû. Cot û cobar xelas bûbûn.
Zom daketibûn destê. Koçeran koçên xwe bar kiribûn ber bi welatê jêrê ve diçûn. Wê  demê bi kesereke giran koça min jî bar kiribû koçera min a kej. Dema malbavên te konê xwe pêçan, wê demê te jî konê evîna min pêça û danî pist sitûnê. Wê demê xem û xeyalên min bi te re ketin xurca li ser pista hêstira we ya boz û bi te re li çol û mexela geriya. Nizanim te li çend waran danî. Dibe ku te qet ji ser pista hêstirê jî daneynî.

Dema  we tevn û tesiyên xwe, col û cobarên xwe, tevs û berên xwe, kergît û pîjên xwe li ser pista ker û hêstiran girêda te jî hêviya min xiste nava carcima ku bavê te li ser nimêj dikir, pêça û da terkiya xwe û tu li kera we ya ku em bi hev re lê siwar dibûn û tu birê ketî te tenê carekê ji tirsa bavê xwe newêribû serê xwe vegerînî û li min binihêrî. Lê dîsa jî ez revîm û hatim cem bavê te, min got; "Xalê Elî, barê vê kera ku Aso lê siwar e rind nehatiye sidandin" û ez hatim min destê te girt û bi dizîka ve quricand û hûn bi rê ketin çûn.

Em hêj zarok bûn. Tu sêzdeh ez çardeh salî bûm. Min xeyalên saleke din dikir. Tê saleke din dîsa bi koça mala bavê xwe re bihatayî. Koça we dê li zozanê me daniya. Dîsa em ê bi hev re biçûna çolê, em ê li nava gul û sosinan bilîstana. Min ê te bi qesta kerengan ji zomê dûr bixista. Em ê li nava mêrg û zeviyan bigeriyana. Min ê guleke sor mîna her car jê bikira û di ber biskên te re bikira. Pasê min ê ji selepûkê ji te re kofiyek çêkira.     Kulîlkên zerê jê de mîna qolên     zêran berjêr bibûna.
 
 
Me yê lîstika xwe ya  ku min te dixwest lê mala bavê te digotin na û min te diravand, bileyîsta. Em ê di devê kendalekî de rûnistina mîna her car min ê destê xwe di stûyê te re bibira. Te hembêz bikira. Me yê ji xwe re behsa salên pês xwe bikira.
 
Te tim digot: "Ku tu min bixwazî, ez ê ji vê rizaletê xilas bibim." Heta wê demê xaniyekî mala bavê te tune bû. Pênc hezar pezê bavê te hebûn lê xaniyekî wî tune bû. Konê herî mezin di êla we de konê bavê te bû lê xaniyê wî tune bû. Ev yek ji te re giran dihat. Tu hesreta xewa xaniyên me bûyî. Çar kevir yan jî du kerpîç qet ji te re ferq nedikir. Te di got bila du dar di ser     de bin û hinek pûs û çend bêr jî     xwelî li ser hebe, bes e.
Ew sal hûn çûn lê te dilê min jî bi xwe re bir.
Wê salê zivistana me gelekî zehmet derbas bû. Xewên seva li min herimîn. Bihar mîna xewneke nedîtî wisa dûr mabû. Zivistan xilas nedibû, bihar nedihat. Bihar ku nehata tu jî nedihatî. Zivistan çiqas dirêj dikir tu jî ew qas dûr diketî. Zivistan çiqas sar dibû tu jî ew qas ji min bêpar dibûyî. Gelo bihar wê kengê bihata. Ku bihar bihata wê Aso jî bihata. Ku Aso nehata bihar jî nehatibû. Carekê bavê min û cîranên me bi xwe re xeber didan. Bavê min got:  "Îsal bihar nayê". Min jî got qey dibêje 'Aso nayê'. Min xwe avête ortê û min got: "Belê ku mamê Elî were Aso jî wê were." Her kesî li min nihêrî. Min jî serê xwe xist ber xwe û ez çûm.

Hê jî diçim.
Ew sal bihar dereng hat lê tu bi     biharê re nehatî. Bihar xilas bû tu     nehatî, havîn xelas bû tu nehatî. Pawîz hat dîsa tu nehatî.
Gelo çi bû?
Çend bihar derbasbûn, tu nehatî. Çend payîz hatin lê tu tune yî. Hemû salan bihar li min bûn hêvî lê te     hêviya min res kir. Ez her bihar li devê riyan sekinîm tu tune bûyî.     Kesî tu salixek ji êla we hilneda.
Sal derbas bûn ji emrê me hildan û em mezin bûn. Min te ji bîr kir û nekir ez hê jî nizanim. Lewre her  bihar ez pir sad dibim û her payîz jî xemgîn dibim û serê dilê min diêsê heta ku daran tevan pelgên xwe         wesandin. Ku silî dibare pasê êsa     ilê min hinekî datîne. Ev çi jibîrkirin e, nizanim.
Pistî salên dirêj rojekê riya min bi xerîbiyê ket. Ez bûm koçberê ser rê û dirban. Bûme rêwiyê riya hesretkêsan. Li derî û dertolan hewce û belengaz bûm. Ji xwe û ji hemû hezkiriyên     xwe dûr... ji te dûr.

Ez bûme kelkeleyê ku bê ba, ji ber pêjna mirovan dixisike û diçe. Ez wisa bêhêz û bêtaqet mam li çolên biyanî. Her der û her tist bi ser min de tê. Ez bûme xerîbê welatan. Mîna feqîrên derdora Medînê. Lê ez destên xwe venakim û recûyê naxwazim. Ez destên xwe bilind dikim û gazî Xwedê dikim, lê ez pere û pol naxwazim. Tenê dibêjim, "ya Rebbî ger ku dengê min tê Te û Tu jî guh didî min û ku tu dijminatiya Te bi min ra tunebe, Tu hima hemwelatiyekî ba? rastî min bînî. Ger tu dikarî bila hezkiriyekî/ke min be." Nizanim  wê çawa be.
Mîna dînan, di kolanên bajarekî mezin de dime?im. Ew bînayên mezin tev bi ser min de tên. Aniha na aniha wê bikevin. Tirsa min ji mirinê nîn e. Tirsa min ji bêxwedîbûnê ye. Xerîbî ji mirinê zortir     tê ji min re.

Çend salên di zîndanê de qet nayên bîra min. Ew sal jî salên gelekî dijwar bûn lê belê bi qasî xerîbiyê zor nebûn. Xerîbî jî bi qasî  windabûna te zor nîn e. Lê dîtina te hêj pirtir zor e.
Çend roj berê ez di kolanekê re derbas dibûm. Dilê min tijî bûbû ji kul û kederên dinyayê. Ez ji dinyayê û ji her tistî têr, serê min di ber min de bi rê ve diçûm. Carekê min nihêrî zarokek ji min derbas bû. Direviya. Hem digiriya û hem jî direviya. Zarokekî zerîn û lawîn. Çavên wî sîn. Dema çavên min bi wî sebiyî ket dinya li dora min zivirî. Gelo min sas dît an xewn bû. Na rast bû.     Mirov digot qey biçûktiya te ye.     Wisa disibiya te, wisa bedew bû mirov jê têr nedibû.
Pistre dengek hat. Dengê jinekê. Navê min hilda û got; "Sîwan... Sîwan... Sîwan." ez zivirîm, tu hatî ji min derbasbûyî û te wiha got; "Neçe ez qurban. Bavê te wê te bibe." Bi zimanekî biyanî te xeber dida. Pistre mêrê te hat derbas bû. Te Sîwanê xwe girt, rûyê wî maç kir lê te agir bi dilê min xist. Te dilê min ê ku temenê wî ber bi çilî ve diçe û hê jî ji bo te ji tu kesî hez nekiriye, peritand. Mêrê te hat gihîste te, we hev maç kir  Sîwan hilda û bir, tu jî vegeriyayî û hatî.
Ez li benda vegera te mabûm li serê riya te. Ez bîst û ses sal berê li devê çemê binya malên li gund li benda vegera te bûm, tê bihatayî.     Ez bîst û ses sal sûnde dîsa li benda vegera te me. Tu hatî.

Xwezî tu qet nehatibûyayî. Xwezî tu tim wisa mîna serpêhatiyeke xwesik di dilê min da bimayî. Xwezî  te ez ji wê xewna xwes ranekirama û serê min li kevirê mirinê nexistiba. Xwezî te dîsa riya çûyînê nedabûya pêsiya min. Ez ê ji vî bajarî jî herim. Çawa hebe ez hînê koçberiyê bûme.

Ez li benda te bûm, tu vegeriyayî. Rengê te hê mîna berê xwesik bû. Çavên te hê xwesiktir bûbûn. Cotek guharên pir xwesik û paye buha di guhên te de bûn. Milên te tijî bazin bûn. Fîstanê te heta ser çokên te dihat. Singê te heta ser çiçikan vekirî bû. Porê te wisa xwesik çêkirî bû, mirov qêmîs nedikir lê binihêre. Tu pir xwesik bûbûyî lê tu ya min nebûyî.
Min li nava çavên te dinihêrî. Tew haya te ji min tunebû. Te kurê xwe sandibû dibistanê, mêrê te jî çûbû karxanê ser karê xwe, tu jî diçûyî mala xwe. Êdî maleke te jî hebû. Hem jî maleke ku du heb berdestî tê de dixebitîn. Te ji xwe re mêrekî zengîn û maleke sergirtî dîtibû, ez ê ji ku bihatama bîra te? Dema tu nêzîkê min bûyî min dît ku di sitûyê te de moriyeke ?în heye. Wê çaxê min teze zanîbû ku tu hê ji min hez dikî.

Ew moriya sîn min dabû te. Ew moriya sîn min ji nav moriyên sitûyê hespê bavê xwe derxistibû. Hespekî bavê min ê kumeytê kapres hebû. Bavê min bi qasî zarên xwe jê hez dikir. Rojekê ji bajêr jê re moriyên sîn anîbûn. Dema ku di ben re dikir min yek jê dizî. Waxte ku hejmart yek kêm bû. Pirsî, kesî nedîtibû. Ji bo wê moriyê min ji bavê xwe sîmaqek jî xwar lê min morî nedayê. Dema berxbirê bû. Ez hatim biniya konê we, min gazî te kir û tu hatî. Min ji te re got: "Çavên xwe bigire" te çavên xwe girtin, min morî xiste destê te.
Ew morî hê jî di sitûyê te de ye. Tu di ber min re derbas bûyî, te di bin çavan re li min nihêrî, te serê xwe li ba kir. Mîna ku te jî ez nas kiribim. Lê tu ne bawer bûyî. Tu çûyî... ez mam. Pistî  bêhneke kurt ez vegeriyam, min dît tu tune yî. Tu ketibûyî mala xwe.
Ez niha li vî bajarî bêkes li te digerim. Xerîbê vî welatî, vî bajarî û xerîbê vî miletî me. Têm heta ber taxa we lê nizanim kolana we kîjan e. Li serê taxê disekinim, dibêm belkî bêhna te were lê ew jî nayê. Bêhnên celeb celeb tên tenê bêhna xwîdana te nayê.
Ez ê ji vî bajarî biçûma lê ji bo     moriya xwe ya sîn naçim.
Dizanim ku ez li vî bajarî bimirim jî yek heye ku bêje min ew wextekî nas dikir. (serhed.org)